Netewe yên Hevgirtî: Hikumet a Suryayê û Opizisyon berpirsin ji zêdebûn a hijmar a qurbanî yên sivîl

Raportek a komisyon a Netewe yên Hevgirtî aşkera dike ku sivîl li wî welatî bûyîne qurbanî yên şerr û alozîyan di şeş meh ên burî de. Herweha aşkera dike ku hikumet a Suryayê û Opizisyon berpirsin ji zêdebûn a hijmar a qurabnîyan ji sivîlan

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0b3d5320-ec4e-48b7-9943-85a17cfab2ee/UN%20SYR%20Report.ism/manifest

K24- Hewlêr

Raportek a komisyon a Netewe yên Hevgirtî aşkera dike ku sivîl li wî welatî bûyîne qurbanî yên şerr û alozîyan di şeş meh ên burî de. Herweha aşkera dike ku hikumet a Suryayê û Opizisyon berpirsin ji zêdebûn a hijmar a qurabnîyan ji sivîlan

Li sûriyê û ji dema ragihandina agirbesta sibata vê sale, şer germtir bû û tenê yên buhayê vê yekê didin sîvîlin.

Paulo Pinheiro serokê komîsiyona nateweyên yekgrtî ya lêkolînên li sûriyê , diyar ir ku di şeş mehên dawî de asta tundiyê bilinbtir bûye, û daxwaz ji hemû aliyan kir ku hewil bidin sîvîlan biparîzin û çareyeke siyasî peyda bikin.

Paulo Pinheiro serokê komîsiyona nateweyên yekgrtî ya lêkolînên li sûriyê

Êrîşên asmanî yên hikûmeta sûriyê bû sedema kuştina hijmarek mezin ji sîvîlan, deverên li jêr parastina yasaya navdewletî, bi taybetî dezgehên pizîşkî û tîmên wan, bi awayekî eşkere tên armanckirin.

Li gor dawî raport ji vê komîsyonê re, ku di navbera kanûna duyem û tîrmeha vê sale bû, rewşa mirovî xiraptir bûye, herwiha kêsên wndabûnê û bidarvekirinê, herwiha tawanên din hatin tomarkirin, ev komîsyon jî, ji sala 2011an ve hatiye sazkirin da ku lêkolînan derbarê van tawanan bike.

Vitit Muntarbhorn endamê komîsiyona nateweyên yekgrtî ya lêkolînên li sûriyê

Lêkolîneke fermî di 19 tîrmehê de derbarê vkuştina sîvîlan birêve çû, pêwîste ji bîra me neçe ku gelek şer di nav şerê sereke de hene, û gelek alî hene. Hêzên dijî hikûmetê herwiha girûpên terrorist hijmarek mezin ji sîvîlan kuştin.

Raporta komîsyonê amaje kirk u Heleb bajarê li bakûrê sûriyê, yê baca herî mezin dayî, hemû aliyên şer tê de beşdarin, herwiha ku her yek ji opozisyon û hikûmeta sûriyê berpirsên sereke ne li hember kuştina sîvîlan û wêrankirina jêrxaneya wî welatî.