Serok ê Herêm a Kurdistanê gehişte avahî ya serokatî ya şarevanî ya Parîsê
Serok ê Herêm a Kurdistanê Mesûd Barzanî, gehişte avahî ya şarevanî ya Parîsê û ji alî ya Anna Hîdalgo, serok a şarewanî ya Parîsê hat pêşwazîkirin.
K24- Hewlêr
Serok ê Herêm a Kurdistanê Mesûd Barzanî, gehişte avahî ya şarevanî ya Parîsê û ji alî ya Anna Hîdalgo, serok a şarewanî ya Parîsê hat pêşwazîkirin.
Demekê berî niha kombûn a serok ê Herêm a Kurdistanê û wezîr ê berevanî ya firansayê bi dawî hat û Barzanî û şand a pê re gehişte avahî ya serokatî ya şarewanî ya Parîsê.
Pêşwazîkirin li serok ê Herêm a Kurdistanê ji alî yê serok a şarevanî ya Parîsê, wateyek a mezin heye û serok ê welatan dem a ku diçin Parîsê yek ji bername yên dîdar û kombûnan li gel serok a şarevanî ya paytext a Firansayê dibe