Hêro Îbrahîm Ehmed gef a ragirtin a petrol a Kerkûkê dike
Pêgeh a fermî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê nameyek a Hêro Îbrahîm Ehemd, endam a Mekteb a Sîyasî ya YNKyê û seperiyar a rewt a baladest a partî ya xwe, belav kirîye, ku araste ya Heyder Ebadî, serok wezîr ê Îraqê kirîye.
K24- Hewlêr
Pêgeh a fermî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê nameyek a Hêro Îbrahîm Ehemd, endam a Mekteb a Sîyasî ya YNKyê û seperiyar a rewt a baladest a partî ya xwe, belav kirîye, ku araste ya Heyder Ebadî, serok wezîr ê Îraqê kirîye.
Di nameyê de biryar a şandin a 100 hezar bermîl petrol a Kerkûkê bi rê ya xîç a borî ya petrol a Herêm a Kurdistanê bi nadadperwer dizane û daxwaz a ragirtin a wê biryarê dike û dem a 5 rojan daye serok wezîr ê Îraqê wek gefek nivîsîye: Nekû dê penayê bibeyîn bo ber wan sedem ên li ber dest ên me ne bo ragirtin a şandin a petrolê bi rê ya Herêm a Kurdistanê û li gor axiftin ên wê li Herêm a Kurdistanê li jêr fişar û givaşek a cemwerî dane.
Herweha nivîsîye: biryar a hikumet a Fîdral bo şandin a petrol a Kerkûkê bi rê ya borî yên Herêm a Kurdistanê bi qasî 100 hezar bermîlan karek nadadperwerane ye beranber bi xelk ê Kerkûkê, çunku dahat a petrol a dihê şandin ji Kerkûkê ve hejî zelalîyê ye ku bi awayek a dadperwerane li Kurdistanê bihê xerckirin û parêzgeh a Kerkûkê bi sedem a van reftaran hatîye bê behirkirin ji şehnî yên petrodolar ku evê yekê jî bandeorek a nerênî li ser jîyan a hevwelatîyan kirîye.
Li gor name ya hevser a Talebanî, biryar a hikumetê bi destpêvekirin a derxistn a petrolê bir rawêj û rêkkevtin nebûye li gel YNKyê ku xwedî destbalyayek a mezine li Kerkûkê û xwedî ya axiftin a yekê ye di rêvebrî ya a Kerkûkê û civat a wê de.
Aşkerakirin a naverok a name ya Hêro Îbrahîm Ehmed piştî wê dihê ku rojname ya Elşerq Elewset belav kiribû ku daxwazî ya jine serkirde ya YNKyê ji Bexdayî taybe bûye bi şandin a petrol a Kerkûkê bo Îranê bi rê ya bikarhînan tanker a petrolê.
