li Turkîay.. Salveger a cînosayîd a Rom û Ermenan li1955

Di 6-7 Îlona sala 1955an de bi îdiaya ku mala Ataturk ya Selanîkê hatiye şewitandin, bi hezaran netevperestên Tirk li Stenbolê êrîş birin ser Filehan û Rûman, avahî û dikanên wan hatin şewitandin, bi dehan welatiyên Rûm hatin kuştin û sedan kes jî birîndar bûn. Ev rûdan di sersala xwe de lî Enqerê hate bîranîn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fc54a4b7-2246-46cb-9193-3ff593174701/buyera.ism/manifest

K24- Hewlêr

Di 6-7 Îlona sala 1955an de bi îdiaya ku mala Ataturk ya Selanîkê hatiye şewitandin, bi hezaran netevperestên Tirk li Stenbolê êrîş birin ser Filehan û Rûman, avahî û dikanên wan hatin şewitandin, bi dehan welatiyên Rûm hatin kuştin û sedan kes jî birîndar bûn. Ev rûdan di sersala xwe de lî Enqerê hate bîranîn.

Li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşengiya dam û dezgehên civakî ji bo bîranîn û şermezarkirina rûdana 6-7ê Îlona 1955an de daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev rûdana ku di sala 1955an de pêk hatibû Rûm, Ermen û Yahûdî ji cih û warên xwe hatin terikandin, mal û milkên wan hatin talankirin û şewitandin. Rêvebirê Komeleya Mafê Mirovan Fatîn Kanat jî rave kir ku tiştên di salên borî de li dijî Rûm û Ermenan pêk hatibûn niha tê serê Kurdan.

Fatîn Kanat - Rêvebirê Komeleya Mafê Mirovan, got:"Dewletekê bifikirin ku hemû polîtîkayên xwe li ser qirkirin û dijminahiyê avakiriye. Berê Rûm, Ermen dihatin qirkirin û sirgûnkirin niha jî hûn jî dibînîn li bakurê Kurdistanê Kurd tên qetilkirin, cih û warê wan tên talankirin. Heya ku Komara Tirkiyê rûberî dîroka xwe ya bixwîn nebe dê ev qetlîam her bên kirin."

Di rûdana 6-7 îlonê de 71 dêr, 26 dibistanên Rûman, 4500 kargeh û 2100 avahiyên Rûman hatin şewitandin û talankirin. Di heman demê de 37 welatiyên Rûm hatin qetilkirin û destdirêjî li 300 jinên Rûm hate kirin. Bi boçûna rewşembîrên ku bûn şahidê bûyerê di bin navê netewperestiyê de qetlîam hatin kirin li dij kêmneteweyan.

Oktay Etîman – Rewşenbîr, got:"Ev deshilatdarî bi salan e tu rexneyan qebul nake û naxwaze xeletiyên xwe bibine. Di bin navê welatperweriyê û

netewperweriyê de qetlîaman dide kirin û mafdar dibîne. Çaxê ku hemû gelên mezlûm hatin gel hev wê çaxê dê qetlîamên wisa bên sekinandin."

Beriya rûdana 6-7ê Îlonê gelheya gelê Rûm ya li Stenbolê 310 hezar bû û niha jî li Stenbolê tenê li dora 2 -3 hezar Rûm dijîn. Herwiha rewşenbîr û nûnerên saziyên ciwakî amaje kirin ku niha bi heman rêgezan gelê Kurd tê çewisandin.