Renge berî cejnê rêkkevtin bihê encamdan li Suryayê

Civîn a di navber a herdû wezîr ên Emerîka û Rûsuyayê li ser rewş a Suryayê bo roj a dûyê berdewame ku dihê pêşbînkirin berî cejn a Qurbanê bigehin rêkkevtinekê û agirbestek li Suryayê bihê ragehand.

K24- Hewlêr

Civîn a di navber a herdû wezîr ên Emerîka û Rûsuyayê li ser rewş a Suryayê bo roj a dûyê berdewame ku dihê pêşbînkirin berî cejn a Qurbanê bigehin rêkkevtinekê û agirbestek li Suryayê bihê ragehand.

Li gor Netwe yên Hevgirtî jî heya niha wan ti bersiv ji hikumet a Suryayê newergirtine bo derbzkirin a harîkarîyan.

careke din heryek ji emrîka û Rûsiyê hewil didin gavekî ber bi çareseriya rewşa sûriyê ve biçin. wezîrê derve ê emrîkayê jî jibo vê yekê jî giha Cinêfê. ku ev civîna wanî siyane di heyama 3 heftiyan de,
ku tê çavlirêkirin rêkeftineke jibo pêkanîna agirbestê li Sûriyê were kirin. herweha şandê taybet yê netewên yekgirtê jî roja pêşemê di gel lafrof civiya bû
lê xala herî ku cihê nakokiyê ye ewe lîsteya komên teroriste. ku Rûsiyê dîse dixwze ji nûv were kirin û cudayî dinavbera komên opozisyonê û yên teroristli bajarê Helebê were kirin.
ji aliyê xwe ve jî opozisyona Sûriyê ragehand bû eger ti bendên vê rêkeftina rûsî ya emrîkî ne li gor wan bin dê pabendî wê nebin.

herweha li gor pêkanîn vê rêkeftinê dê riyên mirovî jê werin vekirin û dê netewên yekbûyî alêkariyan ji piraniya deverên dorpêçkirî re li Sûriyê bişîne.
ji aliyê xwe ve jê wekîlê emîndarê giştî yê karûbarên mirovî Stîvn Oprayîn got hîn hikumeta sûriyê bersiva wan nedaye da ku aêlîkariyan derbas bikin û got eger pêwist be jî dê alîkariyan bi riya ezmanî ve ji deverên dibin dorpêçê re bavêjn.