Barzanî: Hêvîdar im cejna Qurbanê bibe cihê nemana terorê
Bi boneya cejna Qurbanê, Serokê Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got: “Hêvîdar im cejna pîroza Qurbanê bibe cihê nemana yekcarekî ya terorîstan û hizra tundrewiyê.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya cejna Qurbanê, Serokê Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got: “Hêvîdar im cejna pîroza Qurbanê bibe cihê nemana yekcarekî ya terorîstan û hizra tundrewiyê.”
Di peyama Barzanî de hat: “Bi helkefta hatina cejna pîroz a Qurbanê ve pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û hemû musilmanên Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan dikim ku, bi xwîna azîzên xwe azadî û rûmeta welatê me parastiye.
Pîrozbahiyê li birîndar û Pêşmergeyên qehreman dikim ku, li sengerê bergirîkirina li rûmeta gel û axa niştîman in û destxweşiyê jî li hêzên asayîş dikim ku bi bê westan erkê parastina aramî û asayîşa xelkê bi başî encam dane.”
Di beşeke din de, Barzanî di peyama xwe de got: “Hêvîdar im cejna pîroza Qurbanê bibe cihê nemana yekcarekî ya terorîstan û hizra tundrewiyê û hemû koçber bi serbilindî vegerin ser mal û warên xwe û aştî û pêkvejiyan û lêborîn li Kurdistan û navçeyê de kûrtir bibê û dawî bi êş û kêşeyan bê.”
Di dawiya payamê de hat: “Spasî xweragirî û tehemula hemwelatiyan û hemû çîn û tuwêjên Kurdistanê dikim û li wê yekê bawer im xweragirî û berxwedana wan li beranber girift û kêşeyan encama xwe dibê û paşarojeke geş li benda gelê meye.”