Netewe yên Hevgirtî: Şerr li Suryayê kêm bûye

Li gor Netewe yên Hevgirtî û civak a nêvdewletî, piştî pêkhînan a agirbest a Suryayê, ast a şerr heya radeyekê baş kêm bûye. lew dibe di demek a nêzîk de qonax a derbazbûn a harîkarîyan bihê encamdan.

K24- Hewlêr

Li gor Netewe yên Hevgirtî û civak a nêvdewletî, piştî pêkhînan a agirbest a Suryayê, ast a şerr heya radeyekê baş kêm bûye. lew dibe di demek a nêzîk de qonax a derbazbûn a harîkarîyan bihê encamdan.

ne weke piraniya rojên dijwar  ji şer û kuştinê  di Sûriyê  ,  êdî aramiyek ta radeyekê lê diyar dibe,

di siyemîn rojên cejnê de herweha siyemîn rojên agirbestê de ta radeyekî rewş arame û ligor aliyên navdewletî jî ta niha û tevî hin  êrîşan li deverên cuda cunda,  bi rengekî diyar asta şer kêmbûye.

lewma jî gereke di demeke nêzîk de rê liber derbaskirina alîkariyan ji deverên dibin dorpê de  vebe.

şandê taybet yê netewên yekgirtî ji Sûriyê re Stêfan Dîmistora got du kerwanên alîkariyan ku her karwanek ji 20 kemyonên kelûpelên xwarinê  pêktê  amadene, lê ta niha hikumeta Sûriyê tu daxuyanî drbarê vê yekê nedaye.

berî niha hikumeta Sûriyê diyar kirbû ew rê nade ti alêkariyan bêyî ku hemahingî digel wê û netewên yekgirtî re were kirin.

 bi giştî tevahiya aliyên şerker di Sûriyê de jibilî daîş û fetih Elşam pabendiya xwe bi vê agirbestê nîşan dane.

lê diheman demê de tev jî dibêjin eger çi êrîş li dijî wan hate pêkanîm dê bersivê bidin.