Sûleyman Soylu: Em li dijî PKKyê dilovan nabîn
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Sûleyman Soylu dibêje ew ê di têkoîşna li dijî PKKyê de ne dilovan bin.
K24- Hewlêr
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Sûleyman Soylu dibêje ew ê di têkoîşna li dijî PKKyê de ne dilovan bin.
Soylu îro di serdana xwe ya bo bajarê Trabzonê pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir ko ew nikarin li hemberî PKKyê dem winda bikin û ji bo şikênandina wê kar û xebatên wan ên gelek mezin hene. Wan heta niha li dijî PKKyê têkoşînek mezin dane û dê ev tekoşîn di dema bê de jî bibiryarî berdewam be. Ew ê li dijî PKKyê dilovanî nîşan nedin û bi hemû derfetên xwe yên teknikî û îstîxbarî şerî bikin.
Soylu got di şerê li dijî PKKyê de qasî hêzên ewlekariyê piştevaniya welatiyan jî giring e û ew hêvîdar in ko serbikevin.