Pêntagon:Ti nûçe li ser vekişan a hêz ên Suryayê nîne û nikarin vê yekê tekez bikin
Di berdewamiya agirbestê de û bi giştî weke ku civata navdewletî dibêje: agibest tevî hin binpêkirinan hê xwe ragirtiye, plana derbaskirina alîkariyan bicî nebûye û aloziya herî mezin jî ewe vikişandin ji riya kastêlo ye , ku weke merceke serekiye ji berdewamiya kar ji bo pêkanîna aştiyê.
K24- Hewlêr

Herweha biryare jî alîkarî ji bajarê Helebê re di riya Kastêlo re derbasî wê bibin, biryar bû herdu hêzên Hkumeta sûriyê û ya opozisyona miyan rew jê vekişin û alîkarbin di derbaskirina alîkariyan de.
Wezareta berevaniya Pantagonê dibêje tu rapor yan nûçe li ser vekişandina hêzên Hkmetê nînîn û ew nikarin vê yekê tekez bikin.
Rûsiya jî dibêje ku ligor rêkeftinê hêzên Hkumetê, digel çekên xwe yên giran dest bi vekişandinê kirine. Lê opozisyonjî dibêje tu nîşanêm vekişandina wan ne dîtine .
Weke ku ji me hate xwestin em ji rêzên pêşî bi paşde vegeriyan jibo parastina agirbestê.
Li ser sênorê tikiyê jî du karwanên alakiyan amadene da ku derbasî bajarê Helebê bibin lê ne jî rewşa riya Kastêlo çareser bûye û ne jî hikumeta Sûriyê erê daye. Ku derbaskirina alîkariyan ji deverên dibin dorpêçê de xaleke serekiya rêkeftina emrîka û Rûsiyê . û jibo netewên yekgirtî jî derfeta agirbestê defeteke herî base jibo derbaskirina alîkariyan.