Li Kobanê nexweşxaneya jidayikbûnê hat vekirin
nexweşxane ji 12 odeyan pêk tê .
K24-Kobanê
Bi alîkariya hin rêxistinên herêmî û cîhanî Heyva Sor a Kurd nexweşxaneyeke taybet ji dayikbûnê li Kobanê vekir.
Peyamnêrê K24ê li bajarê Kobanê ragehand ku, Heyva Sor a Kurd nexweşxaneyeke taybet bo dayikbûnê li Kobanê vekir. Da zanîn ku, ew nexweşxane yekemîn nexweşxaneya ku ji dayikbûnê tê vekirin.
Li gor zanyariyên K24ê nexweşxane berî sal û nîvekê ji aliyê rêxistna Akor ve hatibû avakirin û ji 12 odeyan pêk tê herwiha 50 ji sedî pêdiviyên wê hatine dabîn kirin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, vekirina wê nexweşxaneyê derng ket ew jî, ji ber girtina deriyên sînorî bi Rojavayê Kurdistanê re bû.