Bi vîdyo teqîna taxa Minhatinê bibîne

Di encam de 29ê kes birîndarbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Li taxa Minhatinê li rojavayê Niyoyorkê teqînek rûda, di encam de 29 kes birîndarbûn.

Derbarê teqînê Serokê Şaredariya Niyoyorkê Bêl Dî Bilazîno di daxuyaniyekê de ragehand ku, pêwendiya teqînê bi kareke terorî re nebû, teqîn îro, sat 4ê berbangê li gor dema Kurdistanê rûda.

Di vê kurte vîdyoyê de kêlîkên destpêkê yên teqînê diyar dike, li gor zaniyariyan jî teqîn bi rêya mencelekê hilmê hatiye encamdan.

Herwiha Li gor zaniyariyê Asayîşa wî welatî lêkolîn derbarê teqînê heta niha berdewam in.