Tirkiyê:Fethulah Gulen dixwaze ji Amerîka bireve

Bozdag da zanîn ku, Pêwîst e Amerîka Gûlenî bigre û radestî Tirkiyê bike.

K24-Navenda nûçeyan

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag dibêje di destê wan de agahiyên îstîxabarî henin ko Fetullah Gûlen ji Amerîkayê bireve.

Derbarê vê yekê Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag li Newyorkê pirsên rojnamevanan bersivand û got ku, wan bi armanca Fetullah Gulen were radestkirin hejmarek zêde delîl û belge şandine Amerîkaye.

Bozdag da zanîn ku, Pêwîst e Amerîka Gûlenî bigre û radestî Tirkiyê bike. Nexwe ev mijar dê li ser pêwendiyên Amerîka û Tirkiyeyê bandorek xirab bike.

herwiha Bozdag diyar kir ku, li gor zanîna wan Fetûllah Gûlen hewl dide ji Amerîkayê bireve. Wan li ser vê yekê jî rayedarên Amwerîkî agahdar kirine û daxwaza girtina wî ya bilez kirine.