Li navenda Îdira bakurê Kurdistanê bazara arzaniyê hate damezrandin

Herçiqas ev bazar bi kêra wan welatiyên xîzan bê jî ji bo bazirgan jî warê debarê ye.

K24- Navenda Nûçeyan

Bazara erzaniyê ku ji aliyê Şaredariya Îdirê ve ji bo welatiyên xîzan li navendê hatiye damezrandin, ji bo malbatên ku dahatûya wan kêm e dibe altêrnatîvek ku debara xwe bikin.

Li navenda Îdira bakurê Kurdistanê bazara ku hatiye damezrandin bi erzaniya xwe balê dikişînê. Ev bazara ku beriya niha ji aliyê Ezeriyan ve hatiyê avakirin de, gelek tiştên ku berê hatine bikaranîn cih digirin. Bazar serê sibehan ji aliyê bazirganan vê tê damezrandin. Di bazarê de li rexekî mirîşk li rexekî kevok û li rexekî jî ji bo jin û mêran cil û berg û solên ku berê hatine bikaranîn tên firotin. Ji ber ku ew tiştên têne firotin erzanin jî kesên xîzan berê xwe didin vê bazarê.

"Bazareke xerîban e, feqîr e. Em kincên kevn difiroşin. Em pê îdara xwe dikin. Kesên feqîr, karker jî tê ji vir distînê. Em şalekî didin bi 4 lîre, 5 lîre, 3 an jî bi lîreyekî; bi wî awayî jî ji sibê heta evarî em nanê xwe qezenc dikin, îdara xwe dikin û diçin mala xwe."

Herçiqas ev bazar bi kêra wan welatiyên xîzan bê jî ji bo bazirgan jî warê debarê ye. Ciwanên ku danûstandina kevokan dikin jî ji ber ku li Îdirê kar peyda nakin bi firotina wan kevokan hindek pareyan ji xwe re kom dikin.

"Ez nezîkî 20 salan li vir esnaf im. Serê sibehê tên xwe bi cih dikin heta 11-12ê şevê. Hindek bi anîna mirîşka hindek jî bi anîna kincên kevin debara xwe dikin. Bazareke zêde rind e."

Herwiha welatiyên ku di bazarê cih girtin e daxwazê ji şaredariyê dikin ku zêdetir alîkariyê bi wan re bike. Wekî din mijareke din ku balê dikişîne ew kesên ku li vir dixebitin îdia dikin ku her gav li dijî wan cudageriyeke jêrqonaxî tê kirin ew jî naxwazin hevpeyvînan bikin.