koma Hekiran a RedHack dest daniye ser îmêlên Wezîrê Enerjiyê
RedHack komeka heykiran a Marksîst û Sosyalîst e û di sala 1997an de hatiye damezirandin. Berî niha jî malpera fermî ya Ewlekariya Enqereyê têk hilweşandibûn.
K24-Navçeya Nûçeyan
Li Tirkiyê koma Heykiran RedHack gefa eşkerekirina îmeîlên Wezîrê Enerjiya Tirkihyê Berat Albayrak dixwin.
RedHack ji hesaba xwe ha twîtirêragihand ko wan dest danîne ser îmeîlên Wezîrê Tirkiyeyê Berat Albayrakî û di hesaba wî ya îmeîlê de sedan hezar meyîl hene.
RedHack gef li Wezîrê Tirkiyeyê Berat Albayrakî dixwe û dibêje ger rojnamenûs û nivîskar Asli Erdogan, Cigîrê Hevserokên HDPyê Alp Altinors û çalakvanên çepgir neyên berdan ew ê 20 GB îmeyîlên Berat Albayrak belav bikin.
RedHack komeka heykiran a Marksîst û Sosyalîst e û di sala 1997an de hatiye damezirandin. Berî niha jî malpera fermî ya Ewlekariya Enqereyê têk hilweşandibûn.