Nivîkarekî Urdinî li pêş dadgehê hate kuştin

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê Urdinî Nahid Hetir li pêş dadgeha Emanê paytexta Urdinê hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê Urdinî Nahid Hetir li pêş dadgeha Emanê paytexya Urdinê hate kuştin.

Hat ragihandin ku, Nahid Hetir ku karîkatorek bi navê “Xwedêyê DAIŞan” li ser tûra pêwendiyên civakî parve kiribû û gelek rexne lê hatibû girtin ku ew karîkator li dijî ola Îslamê ye.

Nahid Hetir bi tuhmeta “Gurkirina nakokiyên olî” hatibû girtin, lê berî 2 hefteyan bi kefalet hatibû berdan, jî li pêş dadgehê rastî êrîşeke çekdarî hat û bi 3 guleyan hate kuştin.  

Nahid Heter (56 salî) berî demekê daxuyaniyek belav kir û got: “Min karîkatorek bi navê xwedêyê DAIŞan parve kir, ew jî tenaziyê bi teroristan û ramanên wan dike, ti pêwendiya wê jî bi xwedê re tune ye.”

Nahid Heter derçûyê zanîngeha Urdinê beşê Civak û Felsefe ye û gelek nivîsên wî yên rexneyî derbarê îslama siyasî hene. Herwiha di sala 1998an de jî rastî hewleke kuştinê hatibû.

  

 

Fly Erbil Advertisment