“Ji ber operasyona li Cerablusê ya Reqayê bipaş ket”
Amadehiyên leşkerî yên li dijî DAIŞ'ê ya li Sûriyê û Iraqê berdewam e, lê li ser operasyona Raqaya ku weke ku li Sûriyê navenda DAIŞ'ê tê zanîn, nediyarî û gengeşîyek heye.
K24 – Stanbol
Amadehiyên leşkerî yên li dijî DAIŞ'ê ya li Sûriyê û Iraqê berdewam e, lê li ser operasyona Raqa ya ku weke ku li Sûriyê navenda DAIŞ'ê tê zanîn, nediyarî û gengeşîyek heye.
Amerîka dixwaze YPG wek hêzekî bejayî beşdarî operasyonê bibe û Tirkiye jî piştevaniyê bide vê yekê. Lê Tirkiye jî dibêje: Operasyona Raqayê, ligel hêzên koalîsyonê bikin û PYD tê de nebe.
Li gor pisporan Amerîka, beriya Mûsilê plana operasyona li Raqayê dikir lê ji ber geşedanên dawî yên li Sûriyê, operasyona yekem li Musilê dê bê kirin.
Akademîsyen û nivîskar Dr. Bora Bayraktar di vê derbarê ji K24ê re axivî û got: “Amerîka di vê payîzê de li Raqayê dê operasyon bikira, lê ji ber operasyona Tirkiyê ya li Cerablusê, Amerîka heta demeke ev operasyon bipaş hate xistin. Tirkiye naxwaze bi PYDê re bixebite û ev yek jî planên Amerîka têk dibe. Ji ber vê Raqa hinek hat paşxistin bi ya min operasyona Musilê dê zûtir bibe.”
Li gor pisporê polîtîkaya derve akademîsyen Dr. Bora Bayraktar, der barê şerê li dijî DAIŞ'ê de lihevnekrina Amerîka û Tirkiye, di navbera her du welatan de dê zêdetir bibe sedema rageşiyê.
Herwiha Bayraktar berdewam kir: “Piştî ku Amerika çekên giran ji YPG're şand, gengeşiya navbera Amerîka û Tirkiye dê zêdetir bibe. Jixwe têkiliyên her du welatan, ji ber vê meseleyê di salên dawî de gelek paş ket. Bi ya min, heta hilbijartinên li Amerîkayê, têkiliyên Tirkiye û Amerîka baştir nabe û dibe ku xirabtir jî bibe.”
Bayraktar amaje kir, ew bawer nake ku hêzên bejayî yên Tirkiye dê bikeve Raqqayê.
Li gor akademîsyen Doç.Dr. Talha Kose Amerîka, DAIŞ'ê bo armancên xwe yên li Sûriyê bi kar tîne û got: “Bi ya min, sedema çekdayîna Amerîka ya bo YPG, tunekirina DAIŞ'ê nîn e. Di demên dawî de jî der barê têkoşîna Amerîka ya li dijî DAIŞ'ê de gelek pirs û guman hene. Amerîka, di ser DAIŞ'ê re li Suriyê bi dilê xwe planeke pêk tîne. Ji ber vê Tirkiye, helwesta Amerîka ji dil nabîne.”
Di navbera hêzên herêmî û kurewî de desthilatiya li ser rêxistinên herêmî hêj bi dawî nebûye. Pirsa girîng ew e ku piştî DAIŞ'ê kîjan dewlet dê çi bi dest bixe? Ligel berdewamiya rageşiya navbera dewletan, emrê DAIŞ'ê jî dirêjtir dibe.