Encûmena Asayişê beşek ji mûçeyên xwe bo mamosteyan terxan dike

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amadehiya xwe derbirî ku wek hevkariyekê bo mamosteyan û proseya xwendinê, rêjeyeke guncaw ji mûçeya karmend û pilebilindan bo karta perwerde û mamosteyên Herêma Kurdistanê terxan bikin, da ku zarokên Herêma Kurdistanê bi giştî û zarokên Pêşmerge û şehîdan bi taybetî ji xwendinê bêpar nebin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku, efser û karmendên ser bi Encûmena Asayişê ve ne, çi yên li eniyên şer in û çi yên li nava Herêmê ne, canên xwe dibexşînin bo parastina vê ezmûnê û ragirtina aramiyê li Herêmê, ji ber ew amade ne bi rêjeyekê ji mûçeyên xwe beşdar bin di çareserkirina beşek ji pirsgirêkên Herêmê.

Herwiha Encûmena Asayişê, hêvî ji Hikûmeta Herêmê kir, her çi zûtir riyên cidî bo çaksazî û guhartinên pêwîst di hikûmetê de bibîne û pêngavên cidî bo çareserkirina vê krîza darayî bavêje, bi hevkarî û hevahengiya bi her aliyekî re û bi hestkirina bi berirseyatiya niştimanî.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand jî, ev helwesta wan wek piştgîriyekê ji helwesta niştimanperwer ya Pêşmergeyên Kurdistanê yên qehreman tê, ku Pêşmergeyên di çarçoveya Wezareta Pêşmerge û her du yekîneyên 70 û 80 amadehiya ragiahndin ku rêjeyekê ji mûçeyên xwe bo piştgîriya proseya xwendinê û dabînkirina mûçeyên mamosteyan terxan bikin.

Fly Erbil Advertisment