Li Rihayê çalakî û xwenîşandan hatin qedexekirin
Heta 10 rojan berdewam dike.

K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Rihayê çalakî û xwenîşandan heta 10 rojan hatin qedexekirin.
Parêzgeriya Rihayê bi daxûyaniyeka nivîskî ragihand ku, li navnenda bajêr û hemû nevçeyên wî çalakî, xwenîşandan, meş, mitîng û kombûn hatine qedexe kirin.
Parêzgerî diyar kir ku, qedexe dê heta 10 rojan berdewam bike û wan vê biryarê bi armanca bûyerên xirab rû nedin standine.