Li Tirkiyê Encamên Rewşa Awarte ya 2 mehan

Di panelê de hate ragihandin ku niha li Tirkiyê di hemû warên jiyanê de Rewşa Awarte heye û hikûmet dixwaze Rewşa Awarte dirêj bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê piştî hewla darbeya leşkerî ji aliyê hikûmetê ve ji bo sê mehan Rewşa Awarte hatibû ragihandin. Du meh li ser Rewşa Awarte derbas bûn, gelo di Rewşa Awarte de di warê hiqûqî û mafên mirovahiyê de çi astengî çêbûn? Akademisyenan li ser vê mijarê nîqaş pêk anîn.

Rewşa awarte ya ku 21ê Tîrmehê hatibû ragihandin du meh li pey xwe hiştin. Li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşengiya Baroya Enqerê û bi beşdarbûna hiqûqnas, akademîsyen û nûnerên komeleyên mafê mirovan ji bo nirxandina encamên Rewşa Awarte ya du mehan panelek hate lidarxistin. Di panelê de pêşî Serokê Baroya Enqerê Hakan Canduran axivî û rave kir ku 3 hezar 390 dozger û dadgêr ji ser kar hatine dûrxistin, hemû mafên parêzerên ku giridayî wan in ji destê wan de hatine derxistin û binpêkirina mafên hiqûqî û peymanên navdewletî derketiye asta herî rajor.

Serokê Baroya Enqerê Hakan Canduran wiha got:

"Di nava du mehan de bê biryara dozgeriyê di bûroyên parêzeran de lêgerîn têne kirin, belgeyên mûwekilê parêzeran ji wan tên standin û hevdîtina parêzer û mûwekîlan tê tomarkirin û guhdarkirin. Parêzer nikarin parastina mûwekilê xwe bikin. Bi her awayî tên astengkirin. Hiqûq tune tê hesibandin."

Nûnerên komeleyên mafê mirovan yê ku başdarî panelê bûn jî amaje pê kirin ku bi hezaran karmend û mamoste bê sûc niha ji ser kar hatine durxistin. Bi boçûna nûnerê komeleya mafê mirovan Kerem Altiparmak jî ji kar dûrxistina karmendan tê wateya mirinê.

"Em nabêjin ku bila Rewşa Awarte neyê ragihandin. Ger pêwîst be bila hebe, lê belê hemû jiyana me di nava Rewşa Awarte de ye. Bi hezaran kes bêsûc ji ser kar hatin avêtin û ev yek mirine ji bo wan, êdî nikarin di cihek din de bixebitin."

Di panelê de hate ragihandin ku niha li Tirkiyê di hemû warên jiyanê de Rewşa Awarte heye û hikûmet dixwaze Rewşa Awarte dirêj bike. Digel vê yekê Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê jî di vê derbarê de diyar kirin ku eger heye Rewşa Awarte ji bo 3 mehên din jî bê dirêjikirin.