Kurd bi 3ê mercan tevlî operasyona Reqayê dibin
Divê tevlî danûstandinên Cenêvê bibin.
K24-Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser ragehand ku, ew bi sê mercan tevlî operasyona rizgarkirina Reqayê dibin, şertê serke jî danpêdan bi projeya fedariyê ye.
Derbarê beşdarbûna Hêzên Kurdî di projeya rizgarkirina Reqayê de, Endama Desteya Cîbecîkar di Tevgera Civaka Demokratî(TEV-DEM) de Henîfa Hisên di pernameyeke telefizyonî de ragehand ku, eger Hevpeymnaiya Navdewletî danpêdanê bi fedralîzma Rojava û Bakurê Kurdistanê nekin, herwiha beşdariyê di danûstandinê Cenêvê de nekin ew di operasyona Reqayê de beşdar nabin.
Hisên da zanîn ku, pêwîste Kurd werin pirçekirin daku, beşdariyê di operasyonê de bikin.
fermandarê Artêşa Amerîkayê General Cozef Danford di 22ê vê mehê de ragehandibû ku, ewên Kurdên Sûriyê yên ku, şerê DAIŞê dikin di operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê de pirçek bike.
Lê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawişoglu ragehand ku, pirçekirina Amerîka ji Kurdên Sûriyê re nayê qebûlkirin.
Endama Desteya Cîbecîkar di Tevgera Civaka Demokratî(TEV-DEM) de Henîfa Hisên aşkere ku, YPG, YPJ û HSD heta niha 4 hezar şehîd dane, heta ku, ew navçeyên dibin destê DAIŞê de rizgarkirine.
Ji aliyê xwe ve Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan ji kenala NTV a taybet re aşkere kir ku, wan ji Amerîkayê xwestiye tevlî operasyona rizgarkirina Reqayê bibin, da zanîn ku, Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê wê daxwazê li gel rayedarên Amerîkayê gotûbêjan dike.
Herwiha Erdogan diyar kirbû ku, beşdarbûna wan di wê operasyonê de gelekî girine, lê metirsiya wan heye ku, Amerîka YPG tevlî operasyonê bike.
Tê zanîn ku, Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê xwe bo operasyona Reqayê û Mûsilê dike.