PDK: Piştîvanî ya hemû daxwzî yên xwenîşanderan dikîn
Civat a serkirdatî ya Partî ya Dîmukratî ya Kurdistan(PDK)yê li parêzgeh a Silêmanîyê di ragehandinekê de, soz da xwenîşanderan ku piştîvanbî ya hemû daxwazî yên wan bike.
K24- Hewlêr
Civat a serkirdatî ya Partî ya Dîmukratî ya Kurdistan(PDK)yê li parêzgeh a Silêmanîyê di ragehandinekê de, soz da xwenîşanderan ku piştîvanbî ya hemû daxwazî yên wan bike.
Di ragehandinekê de Civat aSerkirdatî ya PDKyê, amaje bi wê yekê kirîye ku çîn û twêj ên parêzgeh a Silêmanîyê bi awayek ê aram û hêmin û medenî xwenîşandan encam dan bo daxwazkirin a maf ê xwe.
Di pişkek a dî ya ragehandinê de hatîye: Hemû alîyan diltenah dikîn ku piştîvanî ya evê şêwaz a medenî û yasayî û şaristanî ya xwenîşandanan xelkê dikîn û soz didîn xelk ê me yê hêja li deverê ku bi rêz û pêzanîn ve berevanî û piştîvanîyê li maf ên yasayî û rewa yên wan bikîn.
Her di ragehandinê de, Civat a serkirdatî ya PDKyê, suoasî ya hêz ên ser bi wezaret a hindûrî, Polîs û asayîşê dike ku seqayek a aram bo xwepîşanderan dabîn kirin.
Herweha daxwaz ji hikumet a Herêm a Kurdistanê jç dike, rêkar ên ciddîç û bilez encam bide bo pêdaçûnê û dawîhînanê bi evê rewş a dijwar a darayî ya xelk ê Kurdistanê.
Civat a serkirdatî ya PDKyê, ji bilî supaskirin a endam û alîgir ên patî ya xwe li Silêmanîyê, li paraztin a baregeh ên PDKyê li parêzgeh a Silêmanîyê û Helebceyê, daxwaz ji alî yên sîyasî yên Herêm a Kurdistanê jî dike berpirsane reftarê li gel rewşê bikin û vegerrin bo danûstandinan û qibûlkirin a hevdû.