Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive
Derbarê rewşa Kurdistanê dicivin.
K24-Navenda Nûçeyan
Biryare sibe Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca gotûbêjkirina rewşa Herêmê bicive.
Derbarê wê civînê Wezîrê Karûbarên Civakî Mihmed Hawdiyanî ji K24ê re ragehand ku, civîn pênc babetên giring gotûbêj dike, giringtirîn babet jî xwepêşandana mamosteyan û çawaniya çareseriya pirsgirêka wan berî ku, ew dema mamosteyan bo hukumetê diyarkirî bi dawî were.Herwiha babetên wekî petrol, dahatuya neftê çende jî werin gotûbêjkirin.