Ewropa şaneke DAIŞê desteser dike
Pênc endamên rêxistina DAIŞê li Ewropayê hatin girtin, ku endamên şaneke çalak û metirsîdar in û bi niyaz in li Spanya, Almanya û Belçîka êrîşên terorî bikin.
.jpg)
K24 – Navenda Nûçeyan
Pênc endamên rêxistina DAIŞê li Ewropayê hatin girtin, ku endamên şaneke çalak û metirsîdar in û bi niyaz in li Spanya, Almanya û Belçîka êrîşên terorî bikin.
Di daxuyaniyekê de, Wezareta Navxweyî ya Ispanyayê girtina 5 endamên rêxistina DAIŞê ragihand.
Li gor daxuyaniyê ku, 3 kesên li Spanya, yek jî li belçîka û yê din jî li Almanyayê, hatine girtin. Ku 4 Spanî ne û yê din jî Mexribî ye.
Wan kesan agahî li dor kiryarên DAIŞê bi rêya rûpeleke Facebookê bi navê Islam li Spanya belav kirin e û bi niyaza encamdana kiryarên terorîstî bûn.
Di heyama îsal de, li Spanyayê 34 kes bi tohmeta têkiliya wan bi DAIŞê re hene, hatine girtin.