Hevseroka Şaredariya Seravê Zîlan Aldatmaz hate girtin
Hevseroka Şaredariya Seravê Zîlan Aldatmaz û Karmendê şaredariyê Omer Faruk Kandeger hatin girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevseroka Şaredariya Seravê Zîlan Aldatmaz û Karmendê şaredariyê Omer Faruk Kandeger hatin girtin.
Hevşaradara Seravê ya bi ser Wanê Zîlan Aldatmaz û Karmendê şaredariyê Omer Faruk Kandeger û 11 kesên berî niha hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsinkirina li dozgeriyê bi tohmeta alîkariya PKKê kirine bi dadgehê hatin birin.
Dadgehê biryara girtina Hevşaredar Zîlan Aldatmaz û karmendê şaredariyê Omer Faruk Kandeger da.
Di 21ê Îlonê de polîsan li bajarê Wanê navçeya Gewaş, Qerqelî û Seravê bi ser malan de girtibûn 11 kesan binçavkiribûn.