“Korbenda Demokratîk gaveke ber bi federalîzmê ye”

Di bin silogana “Federalîza Demukratîk Misogeriya Yekîtiya Sûriyê ye” Korbenda Hevpeyvîna Demukrat a Sûrî li bajarê Rimêlanê bi rê ve diçe.Tevî ku hin hêz û kesayet tê de beşdar nebûn, lê serkirdeyên Rêveberiya Xweser dibînin ku, ev gaveke girîng e ber bi federalîzma Rojava ve. Hin siyasetmedar jî dibînin ku, pêwîst e diyalog bi hêzên Sûrî re berdewam bimîne.

K24 – Rimêlan  

Di bin silogana “Federalîza Demukratîk Misogeriya Yekîtiya Sûriyê ye” Korbenda Hevpeyvîna Demukrat a Sûrî li bajarê Rimêlanê bi rê ve diçe.Tevî ku hin hêz û kesayet tê de beşdar nebûn, lê serkirdeyên Rêveberiya Xweser dibînin ku, ev gaveke girîng e ber bi federalîzma Rojava ve. Hin siyasetmedar jî dibînin ku, pêwîst e diyalog bi hêzên Sûrî re berdewam bimîne.

Bi beşdarbûna nêzî 30 partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, Korbenda Hevpeyvîna Demukratîk a Sûriyê li bajarê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. korbend ku bi serperiştiya Encûmena Damezrêner a sîstema Fediralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê bi rê ve diçe.

Berpirsên wê didin zanîn ku ji armancên vê korbendê peydakirina nêzîkatiyê ye di navbera hêzên siyasî yên Sûriyê de ye û zêdekirina baweriyê bi sîstema fediralîzmê ye weku şareserî ji kirîza Sûriyê re, herwiha eşkere dikin ku ev çalakî gaveke dine ber bi ragihandina sîstema fediralîzmê a rojava û bakûrê Sûriyê ye.

Hevseroka Encûmena Damezrêner a sîstema Federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: “Di vê korbendê de, pêwstiyeke me heye, ku diyalokeke Sûrî – Sûrî bikin. pirsgirêkên ku em wek miletê Sûriyê dijîn û encamên ku me ji me ji dewletnetew girtine û bandorên wê li ser me, çûna berve gaveke çareseriyê ew e, ku em hevqebûlkirineke civakî di navbera xwe di çê bikin.”

Hin beşdar ji nûnerên partiyên siyasî ji aliyekî din ve amaje bi giringiya lidarxistina vê korbendê dikin, ku dibe cihê diyalog û naskirina nerînên cûda derbarê hin mijarên giring, mîna federalîzm û dewleta netewî. Herwiha didin zanîn ku tevî pêwîstiya tevgera siyasî Kurdî bi diyalog û yekrêziyeke navxweyî heye, bi taybet derbarê nakokiyên siyasî, lê ew nayê wê watê ku hemû rengên diyalogê bi hêzên Sûriyê re bêne rawestandin.

Tevî ku hin hêz û kesayetiyên Sûrî beşdarî Korbenda Hevpeyvîna Demukratîk nebûne, lê karê korbendê di dirêjahiya 2 rojan de dê bi rê ve biçe û 4 mijarên sereke dê bêne gotubêjkirin, ewj î ev in: (Dewleta Netewî, Netewa Demokrat, Ezmûna Rêveberiya Rweseriya Demokrat, sîstema federalîzmê weku çareserî ji Sûriyê re)

Berpirsên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dibînin ku, nebeşdarbûna hin hêz û kesayetan, ti bandorê li karê korbendê nake, lê korbenda ku bi mehan amadekirin jê re hatiye kirin, bi vê hejmara kêm ji beşdarên Sûrî – li gorî hin şopîneran – dê negihêje armanca xwe, nemaze ku piraniya hêzên siyasî yên beşdar ji partiyên Rêveberiya Xweser û federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê ne.

 

Fly Erbil Advertisment