Asayîşa Rojava du Endamên PDK-S serbest berdan
Berî niha 3ê kesên din jî berdabûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li bajarê Çil Axa du endamên Partiya Demokratiya Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) ji zindanên xwe serbest berdan.
Li gor zanyariyên K24ê duh, Asayîşa Rojava li bajarokê Çil Axa her yek ji Azad Mele Ebdo û Casim Behlûl Hacî ku, di tebaxa borî de borî de girtibûn ji zindanên xwe berdan, ew her du girtî jî endamên PDK-Sê ne.
Berî du rojan jî Asayîşa Rojava li heman bajarokê 3ê endamên Partiya Demokratiya Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) ji zindanên xwe serbest berdan.Ew jî Mihemed Elî Weysî, Reşîd Hesen û Mûtîh Remedan .
Herwiha roja Pênşema borî jî Asayîşa Rojava Endamê Emîndariya Giştî ya ENKS Ismaîl Fetah Ismaîl serbest berdabûn.
Ji roja 15 Tîrmehê ve, Asayişa Rojava hejmareke mezin ji endam û serkirdeyên ENKSê girtine. Di nava girtiyan de jî Berpirsê Rêvebir yê Pîlotbîriya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl, endamê Pîlotbîriya PDK-Sê Neşet Zaza, endamê Sekreteriya YXCDKS Dijwar Tewfîq, endamê Komîteya Navenda ya PYKS Ebdulah Kedo rojnamevan Barzan Şêxmûs û hejmarek din ji endamên ENKSê û çalakvanan hene.