Du şaredarên DBP bi tûmeta dizî û gendeliyê hatin girtin
Li gel 11e kesan bo dadgehê hatin şandin.

K24-Navenda Nûçeyan
Hevşaredarên Partiya Herêman a Demokratîk(DBP)yê yê Karakoçanê Burhan Kocaman û Cenet Ayik bi tohmeta dizî û gendeliyê hatin girtin.
Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê yê Karakoçanê ya derbarê Şaredariya wê navçeyê de bidawî bû û Hevşaredar Burhan Kocaman û Cennet Ayik digel 11 kesan li dadgehê hatin şandin.
Piştî mehkemekirinê dadgeh bi tohmeta li şaredariyê dizî û gendelî hatiye biryara girtina Hevserokên Şaredariya Karkoçanê Burhan Kocaman û Cennet Ayik da. 11 kesên din jî hatin berdan.
3 roj berê polîsan li navçeya Karakoçanê operasyon pêk anîbûn û hevşaredar jî nav de 13 kes hatibûn binçavkirin.