Li bajarê Qersê şer di navbera PKK û Artêşa Tirkiyê derket
Gerîlayekî canê xwe ji dest da.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Qersê navbera hêzên leşkerî yên Tirkiyê û gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê de şer derket.
Îro, danê sibê li bajarê Qersê navçeya Kaxizmanê hêzên leşkerî yên Tirkiyê bi komeka gerîlayên PKKyê re rû bi rû dereketin.
Piştî vê yekê bi firokeyan operasyon pêk hat û navbera wan de pevçûnek dijwar derket, di encamê de gerîlayek PKKyê canê xwe ji dest daye. Li çiyayên Çemçe û Madûrê operasyona leşkerî berdewam dike.