Nivîsgeha Ebadî bersiva Erdogan dide
Li hember êrîşên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan yên ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re, Nivîsgeha Ebadî bersiva Erdogan da.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li hember êrîşên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan yên ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re, Nivîsgeha Ebadî bersiva Erdogan da.
Derbarê hebûna hêza Tirkiyê li nava xaka Iraqê de ku çend roj in daxuyaniyên tund derdikevin. Îro Erdogan ji Serokwezîrê Iraqê got “Sînorê xwe zanibe” her di wê derbarê de jî got: “Derbarê leşkergeha Başîkê de ti fermanan ji Iraqê wernagirin.”
bersiva vê daxuyaniyê Berdevkê Nivîsgeha Ebadî Seid Hudeysî da û ragihand û got: “Daxuyaniyên Erdogan ne berpirsyane ne û derbirînek torebûnê ye. Mixabiniya me ji van cure daxuyaniyan re ye.”
Hudeysî got jî: “ Em danakevin asta van daxuyaniyan. Em helwesta hikûmeta Iraqê derbarê destêwerdana Tirkiyê de diyar dikin.”
Hudeysî tekez kir, Serokwezîr behsa gelê Tirkiyê yan siyasetmedarên Tirkiyê nekir, lê behsa helwesta hikûmeta Tirkiyê kir û daxwaz jê kir ku, hêzên xwe ji Iraqê vekişîne û rêzdariyê li serweriya Iraqê bike.
Hudeysî amaje kir jî, ku berdewambûna vê helwesta hikûmeta Tirkiyê dê berve encamine metirsîdar biçe û dê bibe sedema têkçûna aramiyê di navbera her du welatan de.
Hudeysî got jî: “Asta daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê gihêştiye asta tuhmeta bê pasaw ne berpirsyar, baweriyek li cem çê kir ku, guftûgo bi Tirkiyê re ti girîngiya wê nemaye.”