Fransa nasnameya êrîşkerekî kenîsê aşkere dike

Dozgeriya Giştî yê Fransayê ragihand ku, yek êrîşkerên kenîseya li Saint-Êtiennê li bakurê Fransayê bi navê Adil Kermîş e û 19 salî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dozgeriya Giştî yê Fransayê ragihand ku, yek êrîşkerên kenîseya li Saint-Êtiennê li bakurê Fransayê bi navê Adil Kermîş e û 19 salî ye.

Sergozgerê Giştî yê Fransayê Françios Molins di konfranseke rojnamegerî de ragihand ku, êrîşker bi navê Adil Kermîş  yê 19 salî ji aliyê desthilatên ewlehiyê naskirî bû, ku berî demekê hatibû girtin û bi merc hatibû azadkirin.

Molins diyar kir, ku berî polis wan herdu êrîşkeran bikujin, êrîşkeran bi navê xwedê bang dikirin, ku bombeyên piştê û kêr di destên wan de bûn.

Molins derbarê êrîşkerê duyem ti zanyarî nedan.

Duh, du kesan bi kêran êrîşî kenîseyekê li bajarê Riwan ya Saint-Êtiennê li bakurê Fransayê kirin, û 6 kes di kenîsê de dîl girtibûn, di encamê de keşeyek hate kuştin û kesekî din jî bi giranî birîndar bûbû.

Hat ragihandin, ku êrîşkeran di dema êrîşê de durişma DAIŞê rakiribûn.