Qedexe li navçeyên Sêrtê hate dirêjkirin
Dema heremên ewlekariyê yên taybet a li navçeyên Dihê û Berwariyê berî niha hatibû ragihandin, hate dirêjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Dema heremên ewlekariyê yên taybet a li navçeyên Dihê û Berwariyê berî niha hatibû ragihandin, hate dirêjkirin.
Parêzgeriya Sêrtê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku, dema gundewarên Dihê û Berwarî ku berî niha wekî herêmên ewlekariyê hatibûn ragihandin, heta 15 rojan hatiye dirêjkirin.
Li gor Parêzgeriya Sêrtê, li navçeya Dihê gundewarên wekî Memîran, Şavura û Nivîlla û gundewarên Berwariyayê heta 8ê Cotmehê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin û çûnûhatina wan deveran qedexe ye.