Amerîka: Enqere û Bexdayê gihêştin rêkeftinekê

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka aşkere kir, derbarê beşdarîkirina artêşa Tirkiyê di operesyona rizgarkirina Mûsilê de, Tirkiye û Iraqê bi awayekî destpêkî gihêştin rêkeftinekê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka aşkere kir, derbarê beşdarîkirina artêşa Tirkiyê di operesyona rizgarkirina Mûsilê de, Tirkiye û Iraqê bi awayekî destpêkî gihêştin rêkeftinekê.

Wezîreta Bergîriyê ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, ku, Enqere û Bexdayê bi awayekî destpêkî gihêştin rêkeftinekê û tenê hûrgiliyên beşdarîkirinê mane, ku li ser jî lihev bikin.

Wezîreta Bergîriyê ya Amerîka ragihand jî, her du welatan lihev kirin, ku rola Tirkiyê di şerê li dijî DAIŞê de hebe, li her du welatan cîranên Tirkiyê (Iraq û Sûriye)

Ji berî çend rojan ve, derbarê beşdariya artêşa Tirkiyê ya li Başîkê (20 k.m dûrî li bakurê Mûsilê) di operesyona rizgarkirina Mûsilê de, berpirsên Enqere û Bexdayê daxuyaniyên tûj li dijî hev û du dabûn.