"Tirkiye rola Amerîka û Rûsya li Sûriyê lawaztir dike"
Piştî ku li Mûsilê ji hêla hêzên pêşmerge, artêşa Iraqê û bi piştevaniya hêzên koalîsyonê li dijî DAIŞ'ê şer dest pê kir, tê gotin DAIŞ wê berê xwe bide Reqayê. Serokê berê yê Koalîsyona Netewî yê Hêzên Şoreşger û Opozîsyona Sûriyê Xalid Xoce da zanîn ku, heger DAIŞiyên ku ji Mûsilê werin li Reqayê bi cîh bibin, rewşa Sûriyê dê aloztir bibe. Xalîd Xoce ragihand ku li Sûriyê êrîşên li dijî YPG'ê ya ji aliyê Tirkiyê ve pêk hat, rola Amerîka û Rûsya li Sûriyê lawaztir dike.
K24 – Stanbol

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ku ev 2 sal in di destê DAIŞ'ê de ye bi beşdariya hêzên pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên koalîsyonê bênavber berdewam e. Hêzên Pêşmerge bi azadkirina gundên derûdora Mûsilê, roj bi roj nêzîkî Mûsilê dibin. Bi nêzîkbûna navenda Mûsilê, tê gotin terorîstên DAIŞ'ê jî dê ber bi Raqayê ve biçin.
Serokê berê yê Koalîsyona Netewî yê Hêzên Şoreşger û Opozîsyona Sûriyê Xalid Xoce ji K24 re ragihand ku, piştî operasyona Mûsilê, ihtîmaleke mezin çekdarên DAIŞê wê biçin Raqayê û got: “Bi taybetî, piştî operasyona Mûsilê, dibe ku DAIŞ wê berê xwe bidin Raqayê û heger rêya ku diçe Sûriyê bo DAIŞ'ê bê vekirin, rewşa Sûriyê dê pir xerabtir bibe. Lê rola Tirkiyê ji bo rê li ber girtina rewşeke wiha girîng e. Eger Tirkiye ligel Artêşa Azad a Sûriye, ji bo operasyona Raqayê, bi hev re bixebite, wê demê DAIŞ, li Raqqayê dê têk biçe.”
Li gor Xalîd Xoce, şerê ku li Rojhilata Navîn berdewam e, ji aliyê Rusya û Amerîka ve tê sazkirin û plankirin. Xoce got jî: “Amerîka, xwe wekî ku ji herêmê paş de dikêşîne nîşan dide, lê ne wisa ye. Şerê ku li Iraq û Sûriyê niha berdewam e bi hevkariya Amerîka û Rûsya bi rêkûpêk tê guftûgokirin û herêm ji aliyê Amerîka û Rûsya ve ku hêzên herêmî didin şerkirin, tê dîzaynkirin.”
Xalid Xoce, li Sûriyê derbarê rola Tirkiye, Amerîka û Rûsya de amaje kir ku, operasyona Tirkiyê ya digel Artêşa Azad a Sûriyê, ku her ne bi dilê Rûsya û Amerîka be jî, çarenûsa herêmê bi taybetî ya Helebê diguherîne.
Xoce di vê derbarê de got: “Tirkiye, eger Artêşa Azad a Sûriyê bi rêk û pêk organîze bike wê demê li Sûriyê, dê bibe aktorekî girîng. Lê Amerîkaya ku piştevaniya PYDê dike, naxwaze Tirkiye zêdetir bi pêş ve biçe. Her wiha Rûsya jî ku piştevaniya rejîmê dike, naxwaze Heleb û Idlîb bibe yek û ji ber vê ji pêşketina Tirkiye dilgiran e.”
Xoce, herî dawî derbarê hevdîtinên Cenevê de ku ji bo rawestandina şerê li Sûriyê di navbera komên opozîsyon û rejîma Sûriyê de dihat kirin, da zanîn ku heta dorpêçkirin û bombebarandinên li ser bajaran neyê rakirin û polîtîkayên tehcîrê bidawî nebe bi tu awayî ligel rejîma Sûriyê wê hevdîtinekê nekin.