Bizîşk ne di komînan de bin nikarin kar bikin
Rêveberiya Xweser li bajarê Kobanê bizîşkan neçar dike ku tevlî komînan bibin, heger tevlî nebûn jî nikarin kar bikin.
K24 – Kobanê
Rêveberiya Xweser li bajarê Kobanê bizîşkan neçar dike ku tevlî komînan bibin, heger tevlî nebûn jî nikarin kar bikin.
Peyamnêrê K24ê li Kobanê ragihand, Odeya Bizîşkan li Kobanê ya ser bi Rêveberiya Xweser, ji hemû kesên ku di warê tendurisitiyê de kar dikin, dixwaze ku ew tevlî komînan bibin û bizîşkên ku navên xwe heta serê vê mehê di komînan de tomar nekin, ne ji mafê wan e di saziyên Odeya Bizîşkan de kar bikin.
Herwiha Peymanêrê K24ê li ser zarê hin bizîşkên Kobanê ragihand ku, nabe biryarên wiha di warê tenduristiyê de li ser bizîşkan bên sepandin û amaje dikin ku, pîşeya bizîşkiyê pîşeyeke mirovî ye û nabe ku bi siyasetê re bê girêdan û eger e ku ev yek bibe sedema koçberiya bizîşkan.
Komîn tê mîna Encûmenên Taxan di sîstema Rêveberiya Xweser de ya ku ji aliyê TEV-DEMê ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin.