Fîkrî Işik: Nabe YPG beşdarî şerê Reqayê bibe
Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Fîkrî Işik dibêje, divê YPG nav operasyona rizgarkirina Reqayê de cih negire.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Fîkrî Işik dibêje, divê YPG nav operasyona rizgarkirina Reqayê de cih negire.
Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Fîkrî Işik got, heger pêwîst bibe Tirkiye dikare alternatîfa YPGê peyda bike. Ew dikarin hêzek wekî Arteşa Azad a Suriyê ku ji xelkê Sûriyê pêk tên amade bikin. Herwiha ev hêz têra rizgarkirina Reqayê jî dike.
Işik da zanîn ku, ew li ser vê mijarê rijd in û dixwazin Amerîka nêrînên xwe yên derbarê YPGyê de biguherîne.
Fermandarê Amerîkayê ya li dijî şerê DAÎŞê Stephen Towsend 3 roj berê gotibû YPG dê nav operasyona Reqayê de cih bigire.