Qedexeya derketina derva li 16e navçeyên diyarbekir hate rakirin
Di 25ê vê mehê de qedexe hatibû ragehandin.
K24-Navenda nûçeyan
Qedexeya derketina derva ya li ser 16 taxên navçeya Hênê Licê ya Diyarbekirê hate rakirin.
Parêzgeriya Diyarbekirê di daxûyaniyeka nivîskî ragihand ku, li gûndewarên navçeya Licê û Hênê li dijê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê operasyonek berfireh pêk hatiye.
Berî operasyonê di 25ê Çiriya Pêşîn de li 16 gûndewarên navçeya Licê û Hênê hatibû qedexe kirin. Lêbelê ji îro seet 05:00an ve qedexeya derketina derva hatiye rakirin.