Endamê Desteya Rêveber a YNKS hate revandin

Li pêşiya çavê zarokên wî hate revandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Rêvebre ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û Rêveberê Peymangeha Bedirxan a zimanê Kurdî Mihmed Emîn Sadûn ji aliyê çend kesên nenaskirî ve hate revandin.

Li gor jina wî ragehandî berî  çend kesên nenaskirî rû pêçayî Endamê Desteya Rêvebre ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û Rêveberê Peymangeha Bedirxan a zimanê Kurdî Mihmed Emîn Sadûn li pêşiya firna nan li bajarê Dêrikê girtin û ber bi ciheke ne diyar ve birin.

Berî demekê  Endamê Desteya Rêvebre ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û Rêveberê Peymangeha Bedirxan a zimanê Kurdî Mihmed Emîn Sadûn ligel şandekê ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê  serdana Herêma Kurdistanê kiribûn û ligel Serokê Herêmê Mesûd Barzanî civiya bûn.