Asayîşa Dêrikê endamekî PDK-S digre

Ji gundê Tebqê ye, li devera Koçeran.

K24-Navenda Nûçeyan

Asayêşa bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê endamê Partiya Demokrata Kurdstanê li Sûriyê Ehmed Mihmed Şinge bavê Faris ji gundê Tebqê girtin.

Li gor yek ji malbata wî endamî ragehand ku, şeva borî Asayîşa bjarê Dêrikê li gundê Tebqê li devera Koçeran Endamê Encûmena xwecî ya Partiya Demokrata Kurdstanê li Sûriyê(PDK-S) Ehmed Mihmed Şinge bavê Faris girtin.

Malbatê da zanîn ku,  heta niha  çerenivîsa wî ne diyare.

Her duh jî grûpek nenaskirî rûpêşayî Endamên Desteya Cîbecîkar a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê YNKS û di heman demê de Rêveberê Peymangeha Bedirxan a zimanê Kurdî Mihmed Emîn Sadûn li bajarê Dêrikê girtin û ber bi ciheke ne diyar ve birin.