Nexweşxaneya Koblenz: Dr. Silêman di jiyanê de ye

Nexweşxaneya Koblenz a leşkerî li Almanya, bi daxuyanekê agahiyên şehîdbûna Dr. Sait Çurukkaya (Dr.Silêman) red dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nexweşxaneya Koblenz a leşkerî li Almanya, bi daxuyanekê agahiyên şehîdbûna Dr. Sait Çurukkaya (Dr.Silêman) red dike.

Li gor daxuyaniya nexweşxaneyê, funksiyonên mêjî ên Dr. Silêman rawestiyane, lê hîn jî dilê wî lê dixe û kar dike, ango di jiyanê de ye.

Dr. Silêman, roja 26ê Cotmehê, dema ku ew û hevalên xwe yên Pêşmerge dikevine tuneleke mezin ya DAIŞê, li gundê Tiz Xiraba mezin ya ku ser bi Başîkê ve, di encama teqîna mayînan de, ew di rûyê xwe de bi giranî birîndar dibe.

Birayekî Dr. Silêman ji K24ê re piştrast kir ku, birayê wî niha li nexweşxaneya Almanyayê di jiyanê de ye û dilê digurpe. 

Piştî ku Dr. Silêman rojekê li nexweşxaneyeke Hewlêrê di bin çavdêriya bijîşkî de dimîne, duh bo wergirtina çareseriya tenduristî bo Nexweşxaneya Koblenz a leşkerî li Almanya hate veguhastin.

Tê zanîn ku Dr. Silêman piştî veguhastina wî bo Nexweşxaneya Koblenzê, ameliyateke ku 7 Demjimêran dirêj kiribû, jê re hate kirin.

Berî demekê gava bernameya “Serbazê Win” a K24ê serdana Dr. Silêman kiribû Dr. Silêman got: “Piştî êrîşa DAIŞê li ser Kurdistanê min nikarî bû li Almanya bimînim û ji dûr ve lê temaşe bikim.”

Dr. Silêman got jî: “Piştre vegeriyam Başûrê Kurdistanê û wek Pêşmergeyekî xwebexş di nava rêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de li dijî DAIŞê bicengim, ji ber ku şarezayê pûçkirina bombe û mayînan im, di nava tîma endezyariya leşkerî û pûçkirina mayînan de dest bi kar kir.”