Li Çelê leşkerekî Tirkiyê hate kuştin

Li Çelê ya Colemêrgê, leşkerekî Artêşa Tirk, bi êrişeke hewanê hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Çelê ya Colemêrgê, leşkerekî Artêşa Tirk, bi êrişeke hewanê hate kuştin.

Operasyonên Artêşa Tirk li bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Îro li navçeya Çelê nêzîkî sînorê başûrê Kurdistanê, komek leşkerên Artêşa Tirk bûn armanca êrişa hewanan ya gerîlayên PKK.

Hat ragehandin di encamê de leşkerekî canê xwe ji dest da.

Duh jî li heman deverê, bi hewanan 3 leşkerên artêşa Tirk hatibûn kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûbûn.

Li deverê operasyonên bejahî û hewayî yên Artêşa Tirk berdewam dikin.