Li 22 gundên Şirnexê qedexe hat ragihand

Li bakurê Kurdistanê, li bajarê Şirnexê 22 dever wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê, li bajarê Şirnexê 22 dever wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

Parêzgeriya Şirnexê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku, di çarçoveya operasyonên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de 22 gundên çiyayê Kupeliyê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin.

Parêzgerî diyar kir ku, qedexe ji sibe destpê dike û heta 15 rojan berdewam dike. Ji bo ewlekariya mal û canê welatiyan serdana  wan herêman qedexe ye.

Berê jî, 9 navçeyên Şirnexê ji 10 û heta 24ê vê mehê, 15e rojan weke herêmên ewlehiyê hatibûn ragehandin.