Mensûr Barzanî behsa Hêzên beşdar di operasyona Mûsilê de dike
Hêzên Pêşmerge karîn di demek kurt çekdarên DAIŞê bişkînin.
K24-Telisqûf
Fermandeyê Leşkerê Gulan Lîwaya taybet a yek Mensûr Barzanî li mihwerê Telsqûfê di daxuyaiyekê de bo K24ê behsa hurguliyên operasyona Mûsilê, Hêzên beşdar û serkeftinên Hêzên Pêşmerge kir, ku, Hêzên Pêşmerge di demeke kurt de karî çekdarên DAIŞê bişkînin û pêşveçûnên berçav bike û ber bi navçeyên derdora Mûsilê ve biçe.