Li Tirkiyê biryara girtina 137 akademisyenan derket

Ji destpêka hewla kudetaya Tirkiyê û heta niha bi deh hezaran mamoste û karmend li Tirkiyê hatine girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li paytexta Tirkiye Enqereyê biryara desteserkirina 137 akademisyanan hate dan.

Operasyona desteserkirina akademisyanan bi egera "endametiya di rêxistina terorê – cemaeta Xizmet" de ye.

 Ji gumankaran heta niha 31 akademisyen hatine girtin, tê gotin ku 22 akademisyen jî reviyane derveyî welat.

Piştî hewla kudetaya leşkerî ku, di 15ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê hatibû kirin, bi sedema endametî û piştgiriya cemaeta Xizmet, bi deh hezaran mamoste û akademisyen ji kar hatine dûrxistin.

Fly Erbil Advertisment