Baroya Diyarbekrê bang bo Siyaseteke Demokrat kir
Bangewazî ji 8 xalan pêk tê.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Baroya Diyarbekrê Ahmet Ozmen û endamên Desteya Birêvebir û gelek parêzerên endamê Baroyê, bangewazek 8 xalî li hikumeta Tirkiye kir.
Di konferansek rojnamevanî de, Baroya Diyarbekrê bi Serokatiya Ahmet Ozmen bangewazek 8 xalî li hikumeta Tirkiye kir.
di bangewaza xwe de, Ozmen daxwaza vegera Siyasetek Demokrat li Tirkiye kir û ji bo vê yekê 8 xalên girîng di vê pêvajoyê de anîn ziman.
Di van 8 xalan de, daxwaz ji hikumetê tê kirin, ku: Biryarnameyên bi hukmê yasayê ku azadiyan lawaz dike rawestîn e. Rêkeftinên li gel Yekîtiya Ewrûpayê hatî kirin bên pêkanîn.
Girtina rojname, kovar, TV û dezgehên medya bê sekinandin. Dev ji siyaseta qeyûman bê berdan.
Gengeşeyên girêdayî sizayê darvedanê bên rawestandin. Mafê bikaranîna internetê li deverên Kurdnişîn neyê qelskirin û vegeriyan a ser kar, kesên ku bê bîngeh ji kar hatine avêtin in.