Di teqîna Diyarbekrê de 30 birîndar hene
Li gor peyamnên K24ê, teqîn li navçeya Baglarê nêzikê dibistana polîsan rû da.
K24-Navenda Nûçeyan
Li gor peyamnêrê K24ê li bajarê Diyarbekrê ragehand ku, heta niha di teqîna Diyarbekrê de 30 kes birîndar bûne.
Li gor peyamnên K24ê, teqîn li navçeya Baglarê nêzikê dibistana polîsan rû da. Li gor zanyariyên destpêkê êrîşa li dijî dibistana polîsa bi otombîleke bombebarkirî pêk hat.
Teqîna di demekê de hat ku, derengiya şeva borî 11 perlementerên HDPê di nav wan de her du Hevserokên Giştî Selahedîn Demirtaş û Fîgen Yûksekdag hatin binçavkirin.