Demîrtaş hate veguheztin bo dadgehê

Piştî lêpirsîn bidawî hatin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekrê ragehand ku, piştî lêpirsîna Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Selahedîn Demîrtaş bi dawî bû hate veguheztin bo dadgehê.

Şeva borî borî Polîsên Tirkiyê  bi fermana serdozgeriya Diyarbekerê   her du Hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag li gel 9 perlementerên din yê HDPê hatin binçavkirin.

Ji aliyê xwe ve Hevserokê HDPê Selahidîn Demîrtaş li ser Tiwîtera xwe wiha nivîsandibû:"Polîsên Tirkiyê li ber dergehê mala min in û di destê wan de biryara girtina mina bi zorê heye."