Veguheztina Hêza Leşkerî ya Tirkiyê ber bi sînorê Iraqê ve tê çi wateyê?
Di parlamentoyê jî bû cihê danûstandinê.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê sewqiyata wesayîtên leşkerî yên zirxpoş ji bo ser sînorê Iraqê berdewam dike. Ev sewqiyata leşkerî di parlementoya Tirkiyê de bû sedema nîqaşên cuda cuda. Rayedarên hikûmetê jî ragihand ku, ji bo pêşî li girtina pêla penaberan û li dijî rêxistinên terorî têbikoşin operasyona Mûsilê tê kirin.
Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê, konvoya leşkerî ya ku bi tang û wesayîtên zirxpoş pêk tê ber bi sînorê Iraqê ve dişîne. Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Fîkrî işik yêkineyên li ser sînor bicih bûne qontrol kir û bal kişand ser rûdanên ku niha li Iraqê pêktên. Fîkrî Işik got; xetên sor yên Tirkiyê hene û ew nahêlin ku gefên li dijî Tirkiyê zêde bibin, ji ber wê yekê wan sewqiyata leşkerî daye destpêkirin. Herwiha sewqiyata leşkerî di parlementoyê de jî bû sedema nîqaşên cuda cuda. Parlementerê CHPê Dursun Çîçek got ku ev deverên wesayîtên zirxî lê hatine bicihkirin cihên ku gef li Tirkiyê tê xwarin in û sewqiyata leşkerî wek rûdaneke asayî dibîne.
Parlementerê CHPê Dursun Çîçek wiha got:
" Erka hêzên leşkerî ya esasî ew e ku li dijî gefên derve parastina Tirkiyê bikin. Ji ber teror û penaberên ku niha li Sûriyê û Iraqê tên, kêşeya Tirkiyê ya sereke bûye kêşeya ewlehiyê. Ji ber vê yekê vesazkirina hêzan tiştekî gelek asayî ye."
Rojnameger Çetîner Çetîn yê ku di warê Rojhilata Navîn de pispore dibêje ku hewceye digel vê sewqiyatê; koça ji Mûsilê, kêşeya Telaferê û mijara Heşdî Şabî bi hev re bên nirxandin. Çetîn diyar kir ku Heşdî Şabî ya ku beşdarî operasyona Mûsilê bûye, her çiqas wekî rêxistinekê bê dîtin jî di nava wê de 62 komên çekdarî hene. Çetîner Heşdî Şabiyê qasî DAIŞê talûke dibîne û dibêje ku dê li herêmê guherînên nû pêk bên.
Rojnameger - Nivîskar Çetîner Çetîn wiha axifî:
"Niha behsa qorîdoreke Şiî tê kirin. Qorîdora ku ji Îranê destpêdike heya Sûriyê diçe. Ev tişt jî ji aliyê Tirkiyê ve nayê qebûlkirin. Ev qorîdor herêma Telaferê hildigre nava xwe û li deriyê Rabîayê derbasî nava Sûriyê dibe."
Parlementerê AK Partiyê Sabrî Ozturk jî rave kir ku Tirkiyê êdî ne Tirkiye ya berê ye û sewqiyata leşkerî wek berteka welatekî ku di cîhanê de xwedî gotinê ye şirove kir.
Parlementerê AKPê Sabrî Ozturk wiha diyarkir:
"Êdî konsepta me ya parastinê bidawî bûye. Konsepta me ya ku êrîşên terorî li ku bên em ê biçin li wê derê li dijî terorê têbikoşin destpêkiriye"
Di gel vê yekê di parlementoyê de rexneyên ku Serokwezîrê Iraqê Îbadî ji Tirkiyê kiribûn jî hatin nîqaşkirin û wek gotinên naveroka wan wala hete nirxandin. Herwiha amaje pê hate kirin ku Tirkiye qet nebûye dagirker û gotinên Îbadî jî bêwate dibînin.