KCD daxwaza nabênkariya Barzanî dike
Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve daxwaza azadkirina Hevserok û perlementerên HDPê kiribû û gotibû ku, kiryara girtina wan dê rewşa Tirkiyê aloztir bike.
K24-Navenda Nûçeyan
Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike ku, navbênkariyekê bike daku, Hevserok û perlementerên HDP ê werin azadkirin.
Di kongreyeke rojnamevanî de li bajarê Diyarbekrê Hevseroka KCD Leyla Gûven daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku, roleke xwe di rizgarkirina Hevserok û perlementerên HDPê bibîne.
Gûven da zanîn ku, Serokê Herêma Kurdistanê li Tirkiyê rêzeke xwe heye, herwiha bandoreke mezin a diblomatîk jî heye lewma ew dikarê navbênkariyekê bike.
Duh, her du hevserokên HDPê ligel 9 perlementerên din ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatin girtin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve daxwaza azadkirina Hevserok û perlementerên HDPê kiribû û gotibû ku, kiryara girtina wan dê rewşa Tirkiyê aloztir bike.