ENKS girtina Hevserok û Parlamenterên HDP şermezar dike

Daxwaza azadkirina wan kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) girtina Hevserok û Parlamenterên Partiya Demokratiya Gelan(HDP) şermezar kir û daxwaza azadkirina wan kirin.

Derbarê girtina her du Hevserokên HDPê û Parlamenterên wê ji aliyê Polîsên Tirkiyê ve, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) daxuyaniyek belav kir, tê de girtina Hevserok û Parlamenterên Partiya Demokratiya Gelan(HDP) şermezar kir.

ENKS di daxuyaniya xwe de daxwaza azadkirina Hevserokên HDPê û Parlamenterên wê kir, herwiha da zanîn ku, girtina wan pirsgirênên çareserkirina siyasî li Tirkiyê zêdetir dike û tûndiyê jî li bajarên Bakurê Kurdistanê de zêdetir dike.

Ji aliyeke din ve ENKS di daxuyaniya xwe daxwaza berdana hemû serkirde û çalakvanên xwe di zindanan de ku, ji 15ê Tebaxa borî ve girtîne.

Di 4ê vê mehê dePolîsên Tirkiyê her du Hevserokên HDPê û çend Parlamenterên wê girtin.