HSD Operasyona Reqayê ragehand
30 hezar şervan beşdardibin.
K24-Navenda Nûçeyan
Di kongriyek rojnamevanî de HSD destpêkirina Operasyona Reqayê bi piştevaniya Hêzên Navdewletî de ragehand.
Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) di konferanseke rojnamevanî de Operasyon bi navê "Xezeba Feratê" ya rizgarkirina Reqayê ragihand û da zanîn ku, HSDê 30 hezar şervan dê beşdariyê di Operasyona Reqayê de dikin.Herwiha HSD daxwaz ji welatiyên bajarê Reqayê kir ku, xwe ji cihê şerûpevçûnan dûrbixin.
Operasyona rizgarkirina Reqayê li gundê Eyn Îsa ji aliyê Berdevka Odeya çalakiyên Operasyona Xezeba Feratê Cîhan Ehmed ve hate ragehand.
Herwiha HSD da zanîn ku, ewê paytexta terora cîhanî DAIŞê durpêç bikin û birûxînin. Aşkere kir ku, ewê welatiyên sivîl biparêzin û bajarê Reqayê bi temamî kontirolbikin.
Herwiha HDSDî diyarkiri ku, ti hevahingî di navbera Operasyona Reqayê û ya Mûsilê de nîne.
Ji aliyê Xwe ve, Serokê Fransayê ragehandibû ku, pêwîst e Operasyona Rizgarkirina Reqayê hevdem ligel ya Mûsilê destpê bike.